Komgeheke çek û teqemeniyê ya Zêrevanî teqiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Komgeheke çek û teqemeniyê ya Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî li gundê Reşkînê li derdora Hewlêrê teqiya.
Peyamnêrê K24ê li cihê bûyerê ragihand, Komgeheke çek û teqemeniyê ya Hêza Zêrevanî li gundê Reşkînê li derdora Hewlêrê teqiya û niha tîmên agirkujê mijûlî kontrolkirina agir in.
Fermandarê Hêzê Zêravanî Lîwa Ezîz Weysî ji K24ê re ragihand, sedema teqîn û agir ti pêwendiya wê bi rûdaneke terorî re nine.