Ednan Muftî: Referendûm rêya destnîşankirina pêşeroja Kurdistanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Ednan Muftî di panelek ku ji alî Zankoya Cîhan li Hewlêrê ve hatibû amadekirin de diyarkir ku: daxwaza paşvexistin a referendûmê daxwazek ne di cîh de ye. Kurdistan daxwaza garantiya pêşeroja xwe dike û referendum rêya destnîşankirina pêşeroja Kurdistanê ye.
Muftî herweha girîngiya yekrêziyê û vîn a Kurdan wekî bîngeha serkeftinê diyarkir. Got: ger em yekrêz bin, xwedî vîn û îrade bin, serxwebûna Kurdistanê nêzîktir e.