Fermandariya Dîcle: Bi vîna xwe ya polayî bergiriya Kurdistanê dikin
Fermandariya Eniya Rojavayê Dicle bi daxûyaniyekê, têkbirina êrîşek DAIŞ ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Eniya Rojavayê Dicle bi daxûyaniyekê, têkbirina êrîşek DAIŞ ragihand. Hejmarek terorîstên DAIŞ bi awayek veşartî xwestine xwe nêzîkî çeperên Pêşmergeyan bikin, lê berî bigihin armanca xwe ji alî Hêzên Pêşmergeyan ve hatine kuştin û têkbirin.
Di daxûyaniya xwe de Eniya Rojavayê Dicle diyarkir ku: ‘’Şeva borî 27.08.2017ê hejmarek terorîstên DAIŞê hewldan bi dizî xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge yên li gundê Xerac a navçeya Herdan bibin, lê Pêşmerge bi hişyarî û çav vekirîbûnê rê li wê hewldanê girt û di encama şer û pevçûna di navbera Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de du terorîstan xwe teqandin û çend terorîstên din jî hatin kuştin û terorîstên din jî revîn û negeheştin armanca xwe.’’
Fermandariyê destnîşankir, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi vîn a polayî bergiriyê li sînorên Kurdistanê dikin û her hewldana terorîstî dê şkestî be.