Îran:Em li hêviya hatina Erdogan in
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ji Ajansa ILNA re ragihand: Di demek nêzîk de, em li hêviya hatina birêz Erdogan bo Tehranê ne. Gava ku dem û hurgiliyên hatina Serokomar Erdogan diyar bûn, em dê zanyariyan belav bikin.
Herweha Qasimî destnîşankir ku, seredana Serfermandarê Komara Islamî Mihemed Baqirî ji bo Enqereyê gelek baş derbas bûye, lê liser çi hatiye axaftin, encam çi bûn e zanyarî nedan.