Aldar Xelîl: Referandûm gaveke baş e

Serkirdeyê di (TEV-DEM) de Aldar Xelîl ragihand, referandûma Herêma kurdistanê pirseke demokrasî ye.

K24 – Qamişlo

Serkirdeyê di (TEV-DEM) de Aldar Xelîl ragihand, referandûma Herêma kurdistanê pirseke demokrasî ye. Got jî, refernadûm pêngaveke baş e û ne şaşe.

Endamê Desteya Cibicîkar ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji K24ê re got: “Referandûm pirseke demokrasî ye bi riya wê gel vîna xwe nîşan dide. Ev bixwe tiştekî baş e, ku gel biryara xwe bide û ev jî ne şaş e.”

Serkirdeyê di TEV-DEMê de got jî: “Hêviya me ew e, gelê me rastiya ku sûdê jê bibîne û pêşeroja baş ya ji bo xwe dibîne, dengê xwe ji bo wê bide. Biryara gel bide, em ligel wê ne.”