Çûnûhatina di navabera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tê birêkxistin

Rêveberiya Xweser dest bi projeyên nû kiriye, ku rojeke taybet bo her bajarekî destnîşan kiriye, bo tomarkirina navan bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê.

K24 – Qamişlo

Rêveberiya Xweser dest bi projeyên nû kiriye, ku rojeke taybet bo her bajarekî destnîşan kiriye, bo tomarkirina navan bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê.

Berpirsê Rêveberiya Rêdanê ya girêdayî Rêveberiya Xweser Şêro Mihemed ji K24ê re ragihand, rojane heta 30 navî tomar dikin, ew jî ji bo kesên pêwîstiya wan bi çareserkirina tenduristî yên bilez bin.

Ji alîyê xwe ve hin welatÎ tekez dikin ku piştî projeya navbûrî hate desnîşankirin, karê wan bi hêsanî derbas dibe, ji ber ku di rojên berê de bi rojan li bendî belgeyên xwe diman  û ev yek dibû astengiyek li pêş derbasbûna xelkê bo Başûrê Kurdistanê. 
Rêveberiya rêdanê di sala 2015an de dest bi karê xwe kir û li gor berpirsê rêveberiyê diyar dike, ku rojana zêdetirî 100 kesî ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, hin ji wan bi mebesta serdanê û hin jî bi mebesta nexweşiyê . 
Herwiha didin zanîn jî, Rêveberiya Rêdanê li ser projeya pasaporta navxweyî di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê dixebite, ta welatî bi hêsanî derbas bibin.