Hêzeke Rûsî li devera Şehba bicih dibe

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, hêzeke Rûsî li bajrokê Til Rifatê ya li devera Şehbahê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, bicih dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, hêzeke Rûsî li bajrokê Til Rifatê ya li devera Şehbahê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, bicih dibe.

Bakarokê Til Rifatê ku li başûrê rojavayê Efrînê ye, di sibata sala 2016an de HSDê ji çekdarên opozîsyona Sûriyê kontrol kiriye, ji meha Hezîrana borî ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, tê topbarankirin.

Rewangehê diyar kir, Rûsyayê hewlekê Rûsî ji meha Tîrmeha borî ve dike, bo hêzên xwe di navbera bajarokê Til Rifetê û Mariê (Hêla germ ya di navbera HSD û grûpên çekdar de) belav bibe, lê li gor rewangehê hîna tu rêkeftina Rûsya bi HSDê nehatiye ragihandin.  

Ev belavbûna hêzên Rûsî li bajarokê Til Rifatê di demekê de ye, di meha Adara borî de hêzeke din ya Rûsî li gundê Kefer Cenê ya Efrînê belav bûbû, lê topbarana Tirkiyê li ser gundê Efrînê berdewam dibe.