Enqere: Biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê “Binpêkirina destûrê ye”

Tirkiye dijayetiya xwe bo biryara îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derbirî, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar dabû, beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye dijayetiya xwe bo biryara îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derbirî, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar dabû, beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê dibe.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bo birêvebirina referamdûmê bi “Binpêkirineke metirsîdar” ya destûra Iraqê dizanin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de got, dema biryar hatiye dayîn, fraksiyona Erebî û Tirkmenan rûniştina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê baykot kiribûn.

Di daxuyaniyê de hatiye jî, “Ew pêngav xelqeyeke nû ya ji zincîreke şaş e.”

Amaje bi wê jî kir, Tirkiye raya xwe derbarê raferandûmê de gihandiye Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê.

Daxuyaniyê Wezareta Derve ya Tirkiyê behsa wê yekê kiriye, ew şaşîtiyên Herêma Kurdistanê ne di xizmeta berjewendiyên herêm û Iraqê de ne û aştiyê peyda nakin.

Îro Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da, Kerkûk û sînorê wê parêzgehê refernadûma serxwebûna Kurdisanê di 25 Îlona bê de bi rê ve dibin.

Berê jî, Berdevkê Serokatiya Tirkiyê ragihandibû, Kerkûk bajarek e Kurd û Ereb tê de ne, lê bi nasnameya Tirkmenî ye.