Baroya Diyarbekrê bo PKK: Êdî Bese!

K24 – Navenda Nûçeyan

Baroya Diyarbekrê bi daxûyaniyekê ku bi “Êdî Bese” destpêdike, çalakiyên dawîn ên PKK ku tê de kesên siwîl canê xwe ji dest dan rexne kir.

Di daxûyaniya xwe de Baroya Diyarbekrê dide diyarkirin ku, “Di 28ê Tebaxê de li devera Qileban a Şirnexê 3 karker û herweha welatiyek siwîl li Lice ya Diyarbekrê ji alî PKK hate kuştin. Em van çalakiyan napejirînin û tewanbar dikin.

Baroya Diyarbekrê ji çi alî were bere were kuştina siwîlan, gefek li dijî mafê jiyanê ya welatiyan dibîne. Çareserkirina pirsgîrêkan bi rêyên ji tade û sordariyê dûr, bi rêyên din ên şaristanî rewa dibîne. Her hewlek li derveyî metoda siyasî û demokratî, birînan kûrtir dike, êşên nû diafirîne. Ji bo vê, ji her pêngava li dij mafê jiyanê re em dibêjin: Êdî Bese!