Kurdistan pêşwaziyê li biryara Kerkûkê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê Nesredîn Sindî, di konferansek rojnamevanî de ragihand, hikumeta herêma Kurdistanê, ji bo beşdarîkirinê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, pêşwaziyê li daxwazên Civata parêzgeha Kerkûkê dike.

Got jî, ew dê alîkarî û piştevaniya Civatên xwecihî yên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bikin.