Opozisyon dilgiraniya xwe ji helwêsta man a Esed diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku hin welatên navçeyê û yên Rojava, daxûyanî dan ku dûrketina Esed ji desthilatê ne di pêşya karên wan de ye, Opozisyona Suriyeyê dilgiraniya xwe da xûya kirin.

Li ser vê mijarê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Suriyeyê ragihand, ku man a Beşar Esed di desthilatê de xizmeta Suriye nake û ew welatên ku dixwazin Esed bimîne, ew ji bo berjewendiya xwe vê yekê dixwazin.