Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîka kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a dîplomasî û leşkerî ya Amerîka kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a dîplomasî û leşkerî ya Amerîka kir.
Di daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat, şand Amerîkî ji Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Townsend, Genral Fank ku li cihê General Townsend dest bikar dike û Balyozê Amerîka li Hewlêrê Ken Gross pêk hatibû.
Li gor daxuyaniyê, di destpêka hevdîtinê de General Townsend ragihand, erkê wî wek Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê bidawî bû û General Fank li cihê wî dest bi kar dike.

Li hemberê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêviya serkeftinê di erkê nû de ji her du general re xwast.
Di dirêjahiya hevdîtinê de, bi hûrî behs li ser rewşa Mûsilê û eniyên şer li dijî teroristên DAIŞê bi giştî û navçeya Tileferê bi taybetî hate kirin.
Her du aliyan hevnêrîn bûn, ku derketina DAIŞê ji Mûsilê û navçeyên din dawî li terorê nayê.
Herwiha tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de hate kirin.
Di beşeke din ya hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî li Iraq û Sûriyê û pêşkeftinên li dijî DAIŞê hatin behskirin.