Îran rêya dijberiyê didomîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve yê Komara Islamî ya Îranê Behram Qasimî di daxûyaniyek nivîskî de, biryara Encûmena Parezgeriya Kerkûkê ya beşdariyê di referendûma serxwebûna Kurdistanê de bi binpêkirina yekîtî û desthilatdariya Iraqê binav kir.

Di daxûyaniyê de Qasimî herweha diyarkir ku, ew bale dikşînin her karek ku krîzên nû li deverê û Iraqê peyda dike napejirînin. Xwest her alî girêdayiya xwe bi Destûra Iraqê pêk bînin.

Pîspor amaje bi wê yekê dikin, Îran bêyî mafê rewa, mafê çarenûs, mafê demokratîk ê gelê Kurd berçav bigre helwêstan werdigire û ev yek diyardeya vê yekê ye ku ev welat ji nirxên demokrasî, nasandina mafên neteweyan dûr e. Çawa dikare lidij biryarên xweserî – rewa ya gelê Kerkûkê bi xwe derkeve? Helwêsta Îranê bi hestek mezhebî binav dikin.