Agir bi daristanên Şemzînan ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyan vê nîvroyê agir bi daristanên devera gundên Şepeta girêdayî Şemzînanê li bakurê Kurdistanê ket. Agir heya niha jî nehatiye kontrolkirin.
Li deverê şer û pevçûn di navbeyna gerillayên PKK û Artêşa Tirk de derdikevin, lê heta niha ji alî dezgehên pîwendidar ve egera derketina agirê li daristanê nehatiye eşkere kirin.