Karatepe jî beşdarî referendûmê dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena bajarokê Karatepe, ku bi rojeva beşdarîkirin di referendûma serxwebûna Kurdistanê de civiya bi 10 dengên Erê, hemberî 5 dengên Na biryara beşdariyê di referendûma serxebûna Kurdistanê de girt.
Ligor agahdariyan di hilbijartinê de ji 15 endamên Encûmena bajarokê Karatepe, 4 endamên Kurd, 3 Turkmen û 3 Ereb dengên – Erê, 4 endamên Ereb û 1 Turkmen jî dengên – Na, bikar anîne.
Rûniştvanên bajarokê Karatepe biqasî 45 hezaran e û di nav de Kurd, Turkmen û Erebên Sunne dijin.