Li 17 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê 17 gundewar wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê 17 gundewar wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
Derbarê mijarê de Parêzgeriya Şirnexê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ko di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de 17 gundewaran ji 1ê Îlonê heta 15ê Îlonê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Şirnexê da zanîn jî, serdana herêmên ewle qedexe ye û divê welatî pabendê hişyariyê bin.
Li herêmên ku qedexe hatiye ragihandin ev 2 roj in di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Ji ber şerî car caran agir li Çiyayê Cûdî dikeve.
Herwiha hefteya borî hejmare zêde hêzên leşkerî ji Çiyayê Cûdî hatibûn veguhestin.