Hêza Pêşmerge 3 xwekujên DAIŞê kuştin

Pêşmergeyên Kurdistanê li derdora bajarokê Ayaze ya ser bi Tileferê ve hewleke xwekujî ya çekdarên DAIŞê pûç kirin, ku dixwastin êrîşî çeperên Pêşmerge bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarên Pêşmerge li navçeyên derdora bajarokê Ayaze ragihandin, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li derdora bajarokê Ayaze ya ser bi Tileferê ve hewleke xwekujî ya çekdarên DAIŞê pûç kirin, ku dixwastin êrîşî çeperên Pêşmerge bikin.

Li gor zanyariyan, li gundê Beşar 3 xwekujên DAIŞê îro danê sibê hewl dan çeperên Pêşmerge bikin armanc, lê berî ku bigihin armancên xwe, hêzên Pêşmerge ew kuştin û ti ziyan negihêşt Pêşmergeyan.

Ji destpêka operasyona kontrolkirina Tileferê di 19 Tebaxê de û bi taybet êrîşa hêzên Iraqî li ser bajarokê Ayaze, rojane çekdarên DAIŞê hewl didin çeperên Pêşmerge bibirin û xwe bigihînin Sûriyê.

Lê çekdarên DAIŞê nikarin bigihin armanca xwe û di dema Çend rojên borî de zêdetir ji 170 çekdarên DAIŞê bi destê hêza Pêşmerge û asayişê navçê hatine kuştin.