Amerîka 22 milyon Dolar ji Pêşmerge re dişîne

Washington birê 22 milyon Dolar dide Herêma Kurdistanê, ew jî hevdem e ligel birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovara “Forn Polis” a Amerîkî belav kir, di meha Îlona bê de Washington birê 22 milyon Dolar dide Herêma Kurdistanê, ew jî hevdem e ligel birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, ku biryar e di 25ê Îlonê bi rê ve biçe.

Kovara Amerîkî îro nivîsî, hevkariya Amerîkî bo Pêşmerge, ji bilî wê bire pereyê, çek û pêwîstiyên din jî li xwe digire. Gihêştina vê hevkariyê di çarçova yadeştnameya hevtêgihêştinê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de ye.

Herwiha kovarê amaje bi wê kiriye, ew pere di çarçova wê hevkariyê de ye, ku di destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê de biryar dabû birê 415 milyon Dolar wek hevkarî bo hêza Pêşmerge bê dayîn.

Da zanîn jî, ew birê pere, hevkariyeke nextî ye, bo peydakirina pêwîstiyên Pêşmerge û çek û keresteyên curbicur.

Herwiha Kovara Forn Polîs nivîsiye: “Şandina hevkariyê di meha Îkona bê de, hevdem e bi birêvebirina referandûmê re ye, ku biryar e Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de bo serxwebûnê bê kirin û Amerîka jî ragihandiye, ew niha ne ligel pêngaveke wiha de ye.