Mesrûr Barzanî: Xweziya şehîd û xwesteka dîrokî ya gelê Kurdistanê biser bixin

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneta cejna Qurbanê peyamek belav kir û ragihand, “Cejna îsal di demekî deye ku di çend rojên pêşiya me de em hemû bi hev re ji bo diyar kirina çarenivîsa welat û nîştimana xwe diçin ser sendoqên dengdanê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneta cejna Qurbanê peyamek belav kir û ragihand, “Cejna îsal di demekî deye ku di çend rojên pêşiya me de em hemû bi hev re ji bo diyar kirina çarenivîsa welat û nîştimana xwe diçin ser sendoqên dengdanê.”

Di peyama Mesûr Barzanî de hatiye: “daxwaz dikim ji bo damezrandina dewletek ku di nava wê de tevahiya pêkhateyan bêyî cudatî hest bi welatî bûna xwe bikin, xweziya şehîd û xwesteka dîrokî ya gelê Kurdistanê biser bixin û pêşî ji dubare bûna tawan û karesatên bêhijmar bigirin, lazime bi belê beşdariya prosesa referanduma serxwebûnê bikin.”

Deqa peyama Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesûr Barzanî

Bi navê xwedê mihirban

Cejna qurbana pîroz li cenabê Serok Barzanî, malbetên serfiraz yên şehîdan, tevahiya pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekariya Kurdistanê, dezgehên ewlekarî û welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.

Cejna îsal di demekî deye ku di çend rojên pêşiya me de em hemû bi hev re ji bo diyar kirina çarenivîsa welat û nîştimana xwe diçin ser sendoqên dengdanê.

Bi vê minasebeta han careke din daxwaz dikim ji bo damezrandina dewletek ku di nava wê de tevahiya pêkhateyan bêyî cudatî hest bi welatî bûna xwe bikin, xweziya şehîd û xwesteka dîrokî ya gelê Kurdistanê biser bixin û pêşî ji dubare bûna tawan û karesatên bêhijmar bigirin, lazime bi belê beşdariya prosesa referanduma serxwebûnê bikin.

Careke din cejna qurbanê li tevahiya aliyan pîroz dikim û hêvî dikim ku di cîhbicîh kirina erkên nîştmanî de sekeftî bin.

Mesrûr Barzanî

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

31ê Tebaxa 2017an