Hêviya Colemêrgê, Kurdistan a Serbixwe ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Colemêrga Bakûrê Kurdistanê, hêvî û kelecana niştecihan ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dewam dike. Xelkê Colemêrgê ku digel nûjenbûn û guherînên jiyana civakî, nirxên çand û hunera Kurdî diparêzin; di dîlan û şahiyên xwe de çanda kevneşopiyê didin jiyandin. Yek ji endamên Eşîra Goyî ya Colemêrgê, Azad Goyî diyar dike ku; kelecana Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bandora xwe li hemû dîlan û şahiyên Colemêrgê dike.
Azad GOYÎ-Endamê Eşîra Goyî destnîşan dike:
"Divê Gelê Kurd, ji binemala Barzaniyan, ji Şêx Ebdulselam heta Nemir Mela Mustefa Barzanî, heta cenabê Serok Mesûd Barzanî bawer be. Em hêvî dikin ku 25'ê Îlonê bibe dîrok, Kurd û Kurdistan bi pêş bikevin. 25 an 26'ê Îlonê, em hêvî dikin ku şahiyeke bi vî rengî li 4 parçeyên Kurdistanê were lidarxistin."
Eşîra Goyî ya ku li Colemêrgê yek ji eşîrên navdar e, bi aliyê xwe yê Kurdistanî tê naskirin û endamên vê eşîrê ku bi serjimêreke zêde li ser nirxên eşîrbûnê jiyana xwe dewam dikin; bi yek dengî peyama xwe ya xwedîderketina ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihand. Endamê Eşîra Goyî Azad Goyî, nêrîna eşîra xwe ya di derbarê daxwaza serxwebûnê de bi van gotinan ragihand.
"Em bi rih û can bi referandûmê re ne. Înşallah em ê bi ser bikevin, înşallah em ê ji bo dewletbûnê, ji bo serxwebûnê rojên xweştir bibînin. Ev 2 roj in ez li herêma Colemêrgê me. Xelk ji min dipirse bê ka dê referandûm çawa bibe, bê ka dê cenabê Serok Mesûd Barzanî vê dîrokê paşve bide yan nede? "
Xelkê bajêr ku Kurdewariya xwe ji libasên xwe heta tevgerên civakî dide xuyakirin; bi rêya nûnerên xwe radigihîne ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, hêviya Gelê Kurd e û biserxistina referandûmê, barê ser milên hemû Kurdan e.