Civîna Astana ya 6emîn di 14-15ê Îlonê de dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Kazaxistanê ragihand ku, Civîna 6emîn a Astana girêdayî Krîza Suriyê dê 14-15 Îlonê bicive.

Wezaretê diyarkir, di civînê de dê liser rewşa herêmên kêmkirina şer û pêkanîna kontrolek ewleyî liser Idlibê bû rawestandin.

Herweha hate destnîşandan, deverên dîrokî û kulturî ku di bin banê UNESCO de ne, ji mîn an bên paqijkirin.

Liser amadeyiyên serbazî qet nehate axaftin, herçend ku pîspor dibêjin ku, di dema dawî de bi taybetî di navbeyna Îran û Tirkiye, lê herweha Rusya de çalakiyek xûrt a pêwendiyên serbazî pêkhatiye.