Putin naçe Newyorkê
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor berdevkê Kremlinê ragihandî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê beşdarî Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ya vê mehê li Newyork a Amerikayê nabe.
Ev daxûyaniya Peskov, piştî aloziyên di navbeyna Rusya û Amerka de tên, ku berî çendîn rojan Amerika girtina çendîn konsûlxaneyên Rûsyayê li Amerika xwestibû. Ev pêngava Amerikayê ji alî Rûsyayê ve rastî gelek rexneyan hatibû.
Navenda Neteweyên Yekgirtî li Amerika bajarê Newyorkê ye û Putin berê jî ragihandibû ku, Amerika Neteweyên Yekgirtî dorpêç kiriye.