Malbata Ocalan: Nizanim çi li Îmraliyê rû dide
Birayê rêberê PKKê Ebdulah Ocalan dibêje, dewlet rê nade biçin serdana wî û ew nizanin li girtîxaneya Îmralî çi rû dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Birayê rêberê PKKê Ebdulah Ocalan dibêje, dewlet rê nade biçin serdana wî û ew nizanin li girtîxaneya Îmralî çi rû dide.
Serlêdana malbata Ocalan bo hevdîtina Cejna Qurbanê jî hat redkirin. Mihemed Ocalan, birayê rêberê PKKê nerazîbûna xwe nîşan da û dibêje, gumana wan li ser rewşa Ebdulah Ocalan heye.
Mihemed Ocalan dibêje, her car rewşa awarte wek hincet tê nîşandayîn. Bang li hikûmetê dike ku, serdana wan mafekî rewa ye, lê dewlet vê asteng dike û divê daxuyaniyek bidin.
Mihemed Ocalan, bi navê malbatê herî dawî 11'ê Îlona 2016'ê çûbû Girava Îmaralî.
Ji Tîrmeha 2011'ê ve parêzerên Ocalan nikarin serdanê bikin û şanda Îmralî jî herî dawî 5'ê Nîsana 2015'ê çûbû serdanê.