Bangeşeya referandûmê dest pê dike

Ji roja Sêşemê 5ê Îlonê hilmeta bangeşeyê ji bo proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dest pê dike û dema 17 rojan berxwe dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja Sêşemê 5ê Îlonê hilmeta bangeşeyê ji bo proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dest pê dike û dema 17 rojan berxwe dide.

Li gor daxuyaniyeke Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, ku erkê birêvebirina proseya rapirsiya roja 25ê Îlonê li ser milê wê ye, bangeşeya referandûmê ji roja 5ê Îlonê dest pê dike û heta roja 22 vê mehê bidawî dibe.

Alî û partiyên siyasî yên di parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 7 Hezîranê civiyan û biryar dan, roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve diçe.