Şahiya Piştgiriya Referendûmê ji alî PDK-S Rêxistina Hewlêrê birêve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Park a Şaneder li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji alî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Suriye rêxistina Hewlêrê ve şahiya piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê tê lidarxistin.
Di şahiyê de bi hezaran rûniştvanên rojavayiyên Kurdistanê beşdarî kirin.
Gelek hunermend, grubên folklore, helbestvan, siyasetmedar û kesayetî jî di şahiyê de amade bûn.
Armanca şahiyê – dengê xelkê rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya referendûma serxwebûna herêma Kurdistanê ye. Daxwaz ji hevwelatiyên herêma Kurdistanê tê kirin , bi – Belê! Beşdarê referendûmê bibin…
Şahî ji alî Kurdistan24 liser rêya sosyal-medya zindî tê weşandin.