Li Licê û Nisêbînê qedexe hate ragihandin

Tê pêşbînîkirin li dijî PKKê operasyon dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê li dijî PKKê operasyoneke berfereh dest pê kir û di çarçoveya operasyonê de li 4 gundewaran qedexeya derketina derva hate ragihandin.

Hat zanîn hêzên ewlekariyê komek endamên PKKê li gunewarên navçeya Licê dîtine. Li ser vê yekê Qeymeqamiya Licê li gundewarên wekî Licok, Kerwas, Zengî qedexeya derketina derva ragihand û Arteşa Tirkiyeyê dest bi operasyonek berfereh kir.

Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Mêrdînê jî qedexeyek ragihand, li navçeya Nisêbînê Taxa Akarsuyê heta fermanekî nû derketina derva hate qedexekirin.

Tê pêşbînîkirin li dijî PKKê operasyon dest pê bike.