Îqbal Dûre: Serxwebûna Kurdistanê nêzîk e
Daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê dike ku çarenivîsa xwe diyar bikin û dengê belê bidin serxwebûna Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Siyasetmedarê Kurd Îqbal Dûre ku her dem bi baweriyeke mezin wek berpirsên pilebilind ên Rûsyayê di kenalên wî welatî de li ser pirsa Kurd û doza gelê xwe diaxive, daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê dike ku bi riya referandûmê re çarenivîsa xwe diyar bikin û dengê belê bidin serxwebûna Kurdistanê.