Bi pêşwaziya referandûmê re, kolan û avahî bi ala Kurdistanê tên xemilandin

Piştî diyarkirina dema bangeşeyê ve, bajarên Herêma Kurdistanê ketin tevgera zêdetir û kolan û avahiyên Kurdistanê bi ala Kurdistanê hatin xemilandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji roja 5ê Îlonê ve, hilmet û bangeşeya referandûma serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye, piştî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê biryar da, heta roja 22ê vê mehê berdewam dibe û roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê dest pê dike.

Herçend e, ji piştî diyarkirin û biryardana li ser birêvebirina referandûma Herêma Kurdistanê ji 7ê Hezîrana borî ve xelkê Kurdistanê li hundir û derveyî welêt dest bi aheng û festîvalên piştgîriyê kirin, lê piştî diyarkirina dema bangeşeyê ve, bajarên Herêma Kurdistanê ketin tevgera zêdetir û li çendîn cihên paytexta Kurdistanê û navçeyên din, çalakî hatin kirin û kolan û avahiyên Kurdistanê bi ala Kurdistanê hatin xemilandin.

Roj li dû rojê xelkê Kurdistanê ji diyarkirina çarenivîsa xwe ve nêzîk dibin û tevî hişyarî, fişar û hin caran gefên hêzên herêmî û navxweyîya Iraqê û kesayetiyên li dijî serxwebûna Kurdistanê, lê aheng û çalakî berferef dibin û hest bi germiya xelkê tê kirin, ku dengê “Belê” di referandûmê de bikar tînin.