YNK: Ta 15ê Îlonê parlemento aktîv dibe
Jêderekî ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji piştî civîna îro ya Polîtburoya wê partiyê ragihand, ta 15ê Îlonê parlemento tê aktîvkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji piştî civîna îro ya Polîtburoya wê partiyê ragihand, ta 15ê Îlonê parlemento tê aktîvkirin û heger ta wê demê aktîv nebe, YNK rêgiriyê li danîna sindoqên dengdanê yên referandûmê li herêmên YNK û Goranê.
Îro Polîtburoya YNKê li ser pirsa referandûm û aktîvkirina parlementoya Kurdistanê civiya.
Biryar e jî sibe bo heman armancê, Encûmena Serkirdayetiya YNKê bicive.
Li gor zanyariyên K24ê, di civîna îro de pirsa referandûmê, aktîvkirina parlementoyê, hilbijartinên serokayetî û parlementoya Herêma Kurdistanê û dawî helwesta Tevgera Goranê gotûbêj kir.
Ev civînên Polîtburoya YNKê di demekê de ye, duh YNK û Tevgera Goranê li ser pirsa referandûm û aktîvkirina parlementoyê civiyan.
Derbarê encamên civîna îro de, peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê li ser zarê jêderekî ji YNKê ragihand, YNK pêdagiriyê li ser aktîvkirina parlementoyê dike.
Wî jêderî tekezî li ser wê kir, heta 15ê Îlonê parlementoya Kurdistanê neye aktîvkirin û heger Tevgera Goranê û Komela Îslamî beşdar nebin, prose bêyî wan nayê birêvebirin.
Da zanîn jî, heger ta 15ê Îlonê parlemento neye aktîvkirin, YNK rêgiriyê li ser danîna sindogên dengdanê yên ji bo referandûmê li herêmên YNK û Goranê.