Li Rimêlanê 3emîn Festîvala Hunerî ya Zarokan bi rê ve diçe

Bi beşdarbûna 13 navendên çand û hunerê li seranserî herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên 3emîn Festîvala Hunerî ya Zarokan li bajarê Rimêlanê birêve diçin.

 

K24 - Rimêlan
Bi beşdarbûna 13 navendên çand û hunerê li seranserî herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên 3emîn Festîvala Hunerî ya Zarokan li bajarê Rimêlanê birêve diçe.

Berpirsên festîvalê didin zanîn, gelek pîvanên beşdariyê hene û tevî wê bi dehan zarok beşdarî festîvalê bûne, da ku ji rewşa şer derkevin û vegerin zaroktiya xwe bijîn.

Festîval di bin duruşma (Werin em zaroktiya xwe bijîn) bi rê ve diçe. Komên tê de beşdar kêfxweşiya xwe diyar dikin û didin zanîn ku, ev festîval derfetek e, da ku çalakiyên xwe pêşkêş bikin. Amaje dikin jî, ew ji komên beşdar gelek sûdê werdigrin, ji bilî ku demên xweş bi hevalên nû re derbas dikin.

Ji ber rewşa şer û kêmbûna navendên perwerdê li Rojavayê Kurdistanê, zarok di rewşeke ne guncaw de dijîn û bi çalakiyên hevawa zarok vedigerin jiyana lîsk û afirandinê.

Festîvala hunerî jî yek ji wan derfetan e ku 5'ê vê mehê dest pê kiriye û ta bi 12'ê vê mehê dê berdewam be. Di festîvalê de çalakiyên hunerî wek dîlan, şano, stran, û pêşangeh têne pêşkêşkirin.
Herwiha di dawiya festîvalê de, dê diyariyên beşdariyê li ser zarokan bêne belavkirin.