Tirkiye amadeyiya Operasyonek nû li Suriye dike?
Tirkiye ji bo destpêkirina Operasyonê di destê yekem de hewl dide Rusya razî bike. Ji ber ku hêza bîngehîn li van deveran Rusya tê dîtin...
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûçeanalîz: Cemal Batun
Liv û tevgerên serbazî yên Tirkiye liser sînorên bi rojavayê Kurdistanê re pirsa – gelo Tirkiye amadeyiya Operasyonek nû li Suriye û rojavayê Kurdistanê dike, tine bîra mirov. Ligor agahdariyên di medyaya Tirkiye de, çend roj berî cêjna qurbanê 2 taburên serbazî li devera Islahiye ya Dîlok a bakurê Kurdistanê hatine bicîhkirin (di sistema serbazî ya Tirkiye de taburek navbeyna 300 heta 1300 serbazan digre nav xwe). Ji bo destpêkirina Operasyonek nû jî Tirkiye di nav hewlên diplomatîk de ye, ew jî bi taybetî ligel Rusyayê.
Ligor pîspor û şirovevanên serbazî Tirkiye dixwaze operasyonê li deverên Efrînê pêkbîne. Lê, dilgiraniyên bi taybetî yên Amerika û helwêsta Rusya dikare rê li ber operasyonê bigre. Tirkiye ji bo vê alternatîfa opreasyonek hemberî Idlibê plan dike.
Di operasyonek nû de Tirkiye dixwaze hin grubên Artêşa Azad jî bixe dewrê de. Armanca Tirkiye ya sereke Efrîn e. Tirkiye ji bicîhbûna Hêzên Suriye yên Demokratîk (HSD) li Efrînê gelek dilgiran e û vê devera Efrînê bîngeha bihêzbûna tevgera HSD dibîne. Evê yekê jî wekî metirsiyek liser ewleyiya Tirkiye dinirxîne. Tirkiye dibîne ku, bi kontrola liser Efrînê HSD korîdora stratejîk ava dike, ji bo şkandina korîdorê jî Tirkiye dixwaze wekî xala yekem a Operasyona xwe bikeve herêmên Til Rifat û ji wir operasyona xwe berfereh bike û dest bavêje herêma Efrînê.
Tirkiye ji bo destpêkirina Operasyonê di destê yekem de hewl dide Rusya razî bike. Ji ber ku hêza bîngehîn li van deveran Rusya tê dîtin. Tirkiye herweha amade ye hin berjewendiyên Rusya pêş çav bigre, beramberî wê Rusya deng hemberî operasyona Tirkiye dernexe. Tirkiye di wê baweriyê de ye bi nêzîkahiyek zêdetir ligel Rusya di civînên Astana de di çarçoweya hin berjewendiyên Rusya, Moskow ji pêwendiyên ligel HSD dûr bixe.
Bi ser van planên Tirkiyê, wekî astenga herî mezin helwêsta Amerika tê dîtin. Tirkiye, pêwendiyên Amerika – HSD wekî metirsiya herî mezin dijî berjewendî û ewleyiya xwe dibîne. Tirs jî ligel Tirkiye heye ku, pêwendiyên Amerika ligel HSD (herweha Kurdan) bibin pêwendiyên mayinde ango stratejîk. Ev jî aloziyên nû li pêş di navbeyna Enqere û Waşingtonê de dikare derbixe.
Tê hizrkirin Tirkiye van planên xwe girêdayî Suriye û bi taybetî rojavayê Kurdistanê di demek nêz de li deverê bixe pratikê de, na xwe dibîne ku dikare ji rewşa/rastiya Suriye dûr bibe. Ligor hizra Tirkiye ev jî tê wateya bernameyên, planên Tirkiye girêdayî Suriye yên çendîn salan ji dest derkevin…