Medyaya Tirkiye di pergala dezinformasyonê de

Di vê proseyê de medyaya Tirkiye bi awayek giştî imtixanek xerab dide û bi enformasyonên dezinformatîv raya giştî agahdar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Babeta referendûma serxwebûna Kurdistanê bi awayek asayî germtirîn babeta rojeva Tirkiye ye.  Platforma siyasî, civatî, medyayî ya Tirkiye bi pirsa referendûma Kurdistanê ve mijûl dibe. Di vê proseyê de medyaya Tirkiye bi awayek giştî imtixanek xerab dide û bi enformasyonên dezinformatîv raya giştî agahdar dike.

Ligor medya Tirkiye, ewleyî li başûrê Kurdistanê nî ne, xelk dijberê Tirkiye û Tirkan e, alozî li gelek deverên Kurdistanê de rûdan e. Ev dezinformasyon di nav raya giştî de nêzîkahiyek nerast û ji rastiyê dûr pêktîne. Di nav agahdariyên medyaya Tirkiye qet rastiya Kurdistanê, ku coşek mezin li Kurdistanê derdora referendûma dê heye, pêkhate nêzîkahiyek germ nîşanî referendûma serxwebûnê dikin, ewleyî û aramî li Kurdistanê qayim e, gelên Kurdistanê yekîtiyek gelerî di derdora referendûmê de pêkanîne nayên behskirin.

Bi van helkeftinên xwe medyaya Tirkiye ji erkê medya ya agahdarkirina rast a raya giştî dûr ketiye û rolek neyênî dilîze. Herweha peyamnêrên Tirk, ku qaşo ji bo agahdarkirina raya xwe ya giştî hatine herêma Kurdistanê, bi enformasyonên derew û dezinformatîv agahdariyên digihînin xwendevan û temaşevanên xwe.