Cîgirê Erdogan peyameke dilniyabûnê ji Barzanî û xelkê Kurdistanê re bi rê dike
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker peyamek arasteyî xelkê Başûrê Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û dibêje: “Biryara dirêjkirina operasyonên hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji bo derveyî sînor, ne li dijî we ye.”

Duh, Parlementoya Tirkiyê bi piraniya dengan, biryar da ji bo saleke din artêşa Tirkiyê operasyonan li derveyî sînorên Tirkiyê bike. Eker piştî ku wî deng da wê biryarê got: “Biryara dirêjkirina dema encamdana operasyonan li derveyî sînor, li dijî Herêma Kurdistanê nîn e.”
Biryara parlemantoya Tirkiyê, berî du rojan ji birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê ye, lê çendîn sal in parlemantoya Tirkiyê ji bo dirêjkirina encamdana operasyonên li derveyî sînor biryarê dide, ku armanca sereke yaw ê biryarê ew e, rêgiriyê li çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.
Ji ber wê, Cîgirê Erdogan di AK Partiyê de ku Kurdekî Diyarbekirê ye û berê postê wî ya wezarî di hikûmeta Tirkiyê de hebûye ragihandiye: “Peyama min a ji bo xelkê li bakurê Iraqê dijî û Birêz Barzanî ev e: Qet ev tezkere ne li hemberî birayên me yên li wê derê dijîn, e. Em 14 sedsalên bi hev re dijîn, me bi hev re civakê damezrandiye. Bêguman li vir hinek xelkên din jî hene. Ereb, Tirkmen, Suryanî û Êzidî hemî bi hev re dijîn.