Mahçupyan: Zimanê êrîşkar zerarê dide Tirkiye bi xwe
mahçupyan: Niha medya zimanê şer derxistiye pêş. Rêya dijberiya ligel Kurdên xwe jî dan e pêşya xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwîrmendê berê yê Serokwezîriya Tirkiye û rojnamevanê navdar Ethem Mahçupyan rexneyên tund li siyaseta Tirkiye û medyaya Tirk hemberî referendum û serxwebûna Kurdistanê kir.
Di nivîsa xwe di rojnameya Karar bi nave “Ji referendûma Kurdistanê em dê bi zerar derkevin, xûya bû!” de siyaseta Tirkiye û medyaya Tirk bi tundî rexne kir. Mahçupyan nivîsî: “Diyar e em dê bi zerar derkevin. Ger me baş nirxandiba em weha tevnedigeriyan. Zimanê gêfê me ne dixwar. Ji cîhê ku em li dij referendûmê derkevin, çawa em dikarin bibin hevkarên baş em dê hilbijêrin.
Niha medya zimanê şer derxistiye pêş. Rêya dijberiya ligel Kurdên xwe jî dan e pêşya xwe. Gotina nemeşrû hemberê referendûmê ji xwe gotinek şaş û dijber e. Di roja îro de, pirsa ji xelkê, ku hûn çi dixwazin, tu caran nabe kiryarek nemeşrû.
Gava em dibêjin: brayên me yên Turkmen, Ereb, Suryanî, Keldamî, Êzdî li Iraqê hene, em dive mafên wan jî biparêzin. Divê pêşî em li rastiya welatê xwe temaşe bikin, em çawa nêzîkahiyê ligel Suryaniyan, Keldaniyan, Êzdiyan dideynin, em hinek bifikirin(!)”.