Parlemanterên HDP beşdarî merasîma vekirina parlemantoyê nebû

Parlamentoya Tirkiyê îro dest bi sala nû ya yasayî dike. Parlamenterên HDPê bi armanca şermezarkirina girtina parlamenteran, beşdarî merasîmê nebûn û li pêş girtîxaneya Edîrneyê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Tirkiyê îro dest bi sala nû ya yasayî dike. Parlamenterên HDPê bi armanca şermezarkirina girtina parlamenteran, beşdarî merasîmê nebûn û li pêş girtîxaneya Edîrneyê civiyan.

Parlamentoya Tirkiyê, dest bi sêyemîn sala dema 26'emîn ya Parlamentoyê kir.  Merasîma vekirinê bi bi axaftina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dest pê kir.

Parlamenterên HDPê, bi armanca protestokirina girtina parlamenteran û hevserokê xwe beşdarî merasîma vekirinê nebûn. Koma HDP li pêş girtîxaneya Edîrne ku Hevserokê HSDê Selahedîn Demîrtaş girtî ye, civîna xwe kir.