Tirkiye û Îran, di warê serbazî de jî dibin hevkar
Hat ragehandin, di rojeva Hulusî Akar de, mijarên herêmî û referanduma serxwebûna Kurdistanê heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar, bi armanca gotubêjkirina rewşa ewlekariya herêmê serdana Îranê kir.
Akar, derengiya şeva din gehîşt Balefirxaneya Taranê û ji hêla Cîgirê Serokerkanê Îranê ve hat pêşwazîkirin.
Meha Tebaxê Serokerkanê Îranê Muhemed Baqirî serdana Tirkiyê kiribû û General Hulusî Akar vexwendibû Taranê.
Hat ragehandin, di rojeva Hulusî Akar de, mijarên herêmî û referanduma serxwebûna Kurdistanê heye.
Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî seredana Taranê dike û sefera Akar wekî pêkanîna amadeyiyên hevkariyên di ware serbazî de di navbeyna Tirkiye û Îranê jî tê nirxandin.