Operasyona kontrolkirina Hewîce destpê kir

Îro sibeha hêzên Iraqî dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarokê Hewîce kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro sibeha hêzên Iraqî dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarokê Hewîce kirin.

Fermandeyê operasyona kontrolkirina Hewîce Ebdilemîr Reşîd Yarella ragihand, sibeha îro hêzên Iraqî dest bi operasyoneke berfireh ji bo kontrolkirina navenda bajarokê Hewîce û bajarokê Riyad kirin.

Yarella diyar kir, ku hêzên wan bi awayekî baş ber bi armancên xwe ve diçin.

Sibeha 21ê Êlûna 2017an, qonaxa yekem ya operasyona kontrolkirina Hewîce destpê kir û hêzên Iraqî çend bajarok û navçeyên ser bi Hewîce ve ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Fly Erbil Advertisment