Termê Mam Celal roja îniyê digihe Kurdistanê
Şîniya fermî jî heman rojê li Silêmaniyê tê lidarxistin, lê herweha li her deverên Kurdistanê navendên şîniyê dê bên danîn

K24 – Navenda Nûçeyan
Termê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî ku duhî jiyana xwe li nexweşxaneyê li paytexta Almanyayê Berlînê jidest da, roja îniyê digihe Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê.
Berdevkê YNK Sedî Ahmed Pîre ragihand ku “Termê Mam Celal roja îniyê ji Almanya digihe Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê. Şîniya fermî jî heman rojê li Silêmaniyê tê lidarxistin, lê herweha li her deverên Kurdistanê navendên şîniyê dê bên danîn”.