Barzanî: Bi kûrkirina biratî û yekrêziyê, giyanê Mam Celal şadtir dikin
Serokê Herêma Kurdistaê Mesûd Barzanî îro li girê Dabeşan a Silêmaniyê tacek gul danî ser gora Mam Celal û hêvî xwast, koça dawiyê ya Mam Celal bibe sedema yekrêziya di navbera aliyên Kurdistanî û berpirsên Iraqî jî bi helwestên xwe ve biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî di merasîmê de kir û tacek gul danî ser gora Mam Celal.
Îro yekem roja şîna Mam Celal li Silêmaniyê bi rê ve diçe, hejmarek mezin ji berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê û welatên navçê û camewerekî mezin ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî merasîmê dibin.
Duh termê Mam Celal ji Almaya vegeriya bajarê Silêmaniyê û di rêwresmeke serokatî de, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên Iraq û welatên navçê û cîhanê rêz lê hate girtin û li firokxaneya Silêmaniyê ya Navdewletî taken gulan danîn ber termê wî. Piştre di rêwresmeke cemawerî de li girê Dabeşan bi xakê hate spartin.