Fûad Meshûm: Pêwîst e rêbaza Mam Celal winda nekin
Serokomarê Iraqê Fûad Nehsûm li ser gora Mam Celal ragihand, pêwîst e rêbaza Mam Celal winda nekin. Pêwîst e hemû alî yek bin û hêzên Kurdistanî û Iraqî yek helwest bin, ji bo xizmetkirina Kurdistanê û Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê Fûad Nehsûm li ser gora Mam Celal ragihand, pêwîst e rêbaza Mam Celal winda nekin. Pêwîst e hemû alî yek bin û hêzên Kurdistanî û Iraqî yek helwest bin, ji bo xizmetkirina Kurdistanê û Iraqê.
Fûad Mehsûm îro de tacek gul danî ser gora Mam Celal ji rojnamevanan re ragihand, divê rîbaza Mam Celal berdewam be, ji ber ku bi wê dikarin xizmeta xelkê Kurdistanê û Iraqê bikin.
Li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, Mehsûm got: “Mixabin koça dawiyê ya Mam Celal e, lê di baweriya min de di heman demê de dibe xaleke sereke bo bihêzkirina pêwendiyên her du aliyan.”
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm daxwaz ji aliyên siyasî yê Kurdistanê kir: “Em hemû bi hev re guftûgo li ser tevahiya pirsan bikin û li ser li hev bikin.”