Rûhanî: 10 Trump jî werin, nikarin!

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Rûhanî, rêkeftina 5+1 ligel Îranê liser babeta atomî imzekirî parast û got: “10 Trump jî werin, nikarin destkeftiyên welatê me rawestînin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê  Rûhanî, rêkeftina 5+1 ligel Îranê liser babeta atomî imzekirî parast û got: “10 Trump jî werin, nikarin destkeftiyên welatê me rawestînin”.

Piştî ku bi taybetî di madya Amerîkî de liser tê axaftin ku, Trump dikare rêkeftina desthilata Obama ligel 5 welatên din bi Îranê re kirî dikare hilweşîne, Serokomarê Îranê Rûhanî di axaftina xwe ligel xwendevanên zanîngehan de, daxûyaniyên tund hemberî Amerika û Trump dan.