Ji bo Mam Celal ji girtîgehê peyama sersaxiyê hat ragihandin

Hevserokên DBP Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan, ji ber wefata Mam Celal Talabanî, ji bo Hevjîna wî Hêro Talabanî û Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, nameya sersaxiyê şand

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan, ji ber wefata Mam Celal Talabanî, ji bo Hevjîna Wî Hêro Talabanî û Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, nameya sersaxiyê şand. Di nameyê de hat gotin ku; em ji ber vê wendahiya mezin gelek xemgîn in û sed sal jî derbas bibe, em bawer dikin ku ew ê xewna Mam Celal a yekîtiya neteweyî bi cih were.

Peyamên ji bo sersaxiyê yên li ser wefata Mam Celal Talabanî, ji hemû deverên ku Kurd lê dijîn, bê navber dewam dikin. Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel ku ji salekê zêdetir e di girtîgehê de ye, bi rêya nameyê peyama xwe ya sersaxiyê ragihand.

Dîsa Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan jî da zanîn ku ew ji ber qedexeya derketina derveyî welêt nikaribûye tevlî merasîma oxirkirina Mam Celal Talabanî bibe û hevserokan bi rêya nameyê diyar kir ku, wefata Celal Talabanî ji bo hemû Kurdên li cîhanê wendahiyeke mezin e û xebatên ku ji bo yekîtiya neteweyî meşandine ji bo Gelê Kurd xizmetên bêhempa ne.

Sebahat Tûncel û Mehmet Aslan ji bo malbatê û Gelê Kurd sersaxî xwest û diyar kir ku dê xewna wî ya yekîtiya Kurdan bi cih were.

 

Fly Erbil Advertisment