Liser krîza vîzeyê Çavuşoglu ligel Tillerson axifî

Hat destnîşankirin, rojeva sereke çareserkirina hevdîtinê, çareserkirina krîza vîzeyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîka, piştî krîza rawestandina vîzeyê yekemcar bi telefonê axivîn.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, çavkaniyên wezareta Derve ya Tirkiyê dane xuyakirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîka Reks Tîllerson bi rêya telefonê axivîn.

Hat destnîşankirin, rojeva sereke çareserkirina hevdîtinê, çareserkirina krîza vîzeyê ye.

Li aliyê din peyvdarê partiya dijbereya sereke da xuyakirin, krîza pêdana vîze heta niha nêzîkî 20 mîlyar dolar zerer gîhandiye aboriya Tirkiyê.