Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Heyder Ebadî dide
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva gefên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva gefên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dide.
Di daxuyaniyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokwezîrê Iraqê ligel ligel dirêjedana bi sizakirina gelê Kurdistanê li gor biryarên siyasê yên ne destûrî, duh di konferanseke rojnamevanî de dîsa sivikî bi buha û pîroziyên gelê Kurdistanê kir û êrîş ser Kurdistanê kir. di heman demê de komek tuhmet jî dan pal Herêma Kurdistanê. Ligel rêgirtina me ji kesayetiya Heyder Ebadî û ewên ku piştgîriya wî dikin re, bi pêwîstî dizanin çend rastiyan ji xelkê Iraqê û raya giştî ya cîhanê re zelal bikin.
Di daxuyaniyê de hat, “Bi me xweş e di dema dayîna baweriyê bi Heyder Ebadî, wî ragihand ku rûbirûyî gendeliyê dibe, niha ew sozê cibicîkirina wê bide. Hikûmeta Kurdistanê wek çawa berê hevkar bû, niha jî bi heman awayî hevkar dibe. Iraq li gor polînkariya rêxistina şefafetiya navdewletî yek ji 10 welatên herî gendel yên cîhanê ye. Iraq di sala 2003an de 850 milyar Dolar ji firotana petrolê bidest ket, çima niha welatiyên Iraqê wek welatên hejar ên cîhanê dijîn û xwedî jêrxaneyeke aborî û xizmetguzarî ya gelekî xirab e.
Daxuyaniyê amaje bi wê kir, Herêma Kurdistanê baceke mezin ji an aramî û bare Iraqê û pileya Iraqê daye di polînkariya rêxistina şefafetiya navdewletî. Em amade ne her cure hevkariyekê ligel hikûmeta Iraqê bikin ji bo rûbirûbûna gendeliyê û başkirina pile û navê Iraqê li ser asta cîhanê.
Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê got, li gor mada 106 ya destûra Iraqê diviyabû desteyeke giştî ji bo çavdêriya dabeşkirina dahatiya federalî ji nûnerên hikûmeta federalî, herêman û parêzgehan bihata dirustkirin, jib o dabeşkirina dahatî û qerzên navdewletî, ji bo bi awayekî dadperwerane li ser herêm û parêzgehan bihata dabeşkirin. Herêma Kurdistanê û gelek parêzgehên Iraqê jî di wê derbarê de ne dadperwerî li hember wan hate kirin.
Herwiha got: Piştî wan amadehiyên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdstanê, pêwîst nedikir bi awayekî îstifzazî û di riya ragihandinê re û bi armanca propagandeya ji bo hilbijartinan rabigihînin ku me daxwaz kiriye çavdêriya hesabên berpirsên Herêma Kurdistanê bê kirin, ji ber ku ew ji bilî hilmeteke siyasî ya hilbijartinan, tiştekî din e.
Di daxuyaniyê de hat jî, ew biryarên parlemantoya Iraqê û encûman wezîran û encûmana niştimanî ya Iraqî derkirine û şandine welatên cîran, ew biryarên siyasî û armanca wê sizakirina gelê Kurdistanê bi hevkariya ligel welatên cîran in.
Herwiha hatiye jî, şandina beşek ji artêş û hêzên ewlehiyê ji welatên cîran re ji bo tirsandina gelê Herêma Kurdistanê û perwerdekirina li ser dagîrkirina deriyên sînorî bi alîkariya hêzên Tirkî û Îranî, ew gav li dijî binemayên giştî û madeyên destûrî ne û divê parlemantoya Iraqê derbarê wan gavam de bêdeng nemîne. Heger parlemanto bixwaze çavdêriya cibicîkirina destûrê bike, divê biryarên wê dûrî milmilaneyên siyasî yên navxweyî be û divê artêşa Iraqê jî dûrî wan milmilaneyan be, wek çawa di destûr de hatiye.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, Birêz Heyder Ebadî careke din di axaftinên xwe de gefê li Pêşmerge dixwe, ku nabe rêgiriyê li artêşê û hêzên çekdar ên Iraqê bike. Em ji hemû cîhanê re radigihînin, piştî wan gefan, berpirsayetiya her şer û ajawekê ku li navçeyên ne aram derkevin, dikeve stûyê Serokê Hikûmetê Heyder Ebadî û ferandarên hêzên çekdar ên Iraqê.
Herwiha hat jî, birêz Ebadî ji her kesekî zêdetir dizane ku Pêşmerge bi çekekî gelekî sade, lê bi xwîna xwe û bi vîneke polatî Kerkûk û navçeyên din ji destê DAIŞê parast. Piştî ku artêşa Iraqê ji wan navçeyan reviya û hemû çekê xwe ji DAIŞê re hêşt. Piştre jî bi rêkeftin di navbera her du aliyan de û bi amadebûna Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê û hatina artêşa Iraqê ji navçeyan re ji bo rawestandin û piştre têkşikandina DAIŞê, artêş û hêzên Iraqî û bi alîkariya Pêşmerge dest bi operasyonan kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat, Birêz Ebadî rêkeftina ligel Pêşmerge şikand û bi takalî dest bi operasyona Hewêce kir, bi mebesta îstifzazîkirina Pêşmerge, lê Pêşmerge ji bo serkeftina di operasyonê de, her karekî asayî ji hêzên Iraqê re kir û xwe ji bersivên istifzazî parast. Pêşmerge ji bo navê xwe yê navdwletî di parastina hemû pêkhateyên Iraqê û parastina yasayên şer de, gelek xelk navçeyên parêzgeha Mûsil, Kerkûk, Diyale û Tekrîtê di dema operasyonên hêzên Iraqî li ser wan navçeyan de li cihê berê xwe bidin hêzên Iraqî û Heşda Şeibî, berên xwe dan bereyên Pêşmerge, ku 2 milyon û 700 jezar koçberên Ereb ên Sune ji parêzgehên Enbar, Mûsil, Tekrît, Diyala û cihên din hatin Kerkûk û bajarên Herêma Kurdistanê.
Li dawiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêjin, çareseriya pirsgirêkan bi dorpêçkirin û sizadana bikomî ya bi alîkariya welatên cîran re pêk naye, ji ber ku tiştê xirab jê derdikeve. Herwiha binpêkirin û piştguhkirina binemaya tewafiqê di biryardan û birêvebirina karûbarên Iraqê de, ku du binemayên bingehîn û sereke yên destûra Iraqê bûn, bûne sedema wêraniya Iraqê, jidesdana giyanên sedan hezar welatiyên Iraqê û koçberbûna milyonan, ji ber wê pêwîst e dest bi guftûgoyeke hikûmî û siyasî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de û hemû kom û aliyên siyasî yên Iraqî û Kurdistanî bê kirin, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.