Li dij Yekîtiya Ewrûpa ne, lê dixwazin bibin endam
Pîspor amaje bi wê yekê dikin ku, li Tirkiye her roj daxûyanî hemberî Yekîtiya Ewrûpa tên dan, lê dixwazin deriyê endametiyê jî, bo wan were vekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje, Tu niyaza Tirkiyê nîne ku ji pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê vekişe.
Bekir Bozdag, li Fransa bajarê Strazbûrgê, di destpêka avakirina mizgeftekê de axivî û got, dibe ku pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropa zehmet bimeşe û hin astengî hebin, lê bibiryar in ku pêvajoyê berdewam bikin.
Bozdag got, ew wek Tirkiye bibiryar in û tu niyaza wan nî ne ku paşde gav bavêjin.
Pîspor amaje bi wê yekê dikin ku, li Tirkiye her roj daxûyanî hemberî Yekîtiya Ewrûpa tên dan, YE wekî hevkariyek kristiyanan binav dikin, ji aliyek din ve bi rewşa xwe ya heyî, ku YE bi tu awayî qebûl nake, dixwazin deriyê endametiyê ji bo wan were vekirin. Lê, YE vê yekê dizane û ne mumkin e di rewşa Tirkiye ya heyî de, dest bide Tirkiye.