Pêşmerge rê neda konvoya Heşda Şabî

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê nedan wan û piştî gengeşeyek kûrt konvoy û çekdarên Heşda Şabî bi paşve vegeriyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên heşda Şabî ligel bi konvoyek ji çendîn otombilên serbazî xwestin derbasî nav Tuzxûrmatû bibin.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê nedan wan û piştî gengeşeyek kûrt konvoy û çekdarên Heşda Şabî bi paşve vegeriyan.

Ligor agahdariyan bûyer di derdora demjimer 15:00an a paşî nîvro de rû da.