Mccain: Me çek dane Iraqê ji bo DAIŞê, nek ji bo êrîşî hevpeymanên me bike

Mccain hişyarî da Bexdayê, ku nabe çekên Amerîkî li dijî Kurdan bikar bîne.

K24- Navenda Nûçeyan

Sînatorê navdar yê komarîxwazên Amerîka John Mccain ragihand: Amerîka Iraq li dijî rêxistiya DAIŞê biçek kiriye, nek ji bo êrîşî hevpeymanên me bikin.

Mccain diyar kir, ku bikaranîna çek û kelûpelên serbazî yên Amerîkî li dijî hevpeymanekî giring ji Amerîka re weke gelê Kurd, wê encamên wê xirab bin.

Mccain di daxuyaniyekê de, gelê Kurd weke hevpeymanê serekî yê Amerîka li navçeyê binav dike û dibêje: "Kurd hevpeymanekî giring û buha yê Amerîka ye li navçeyê."

Navhatî dilgiraniya xwe ya kûr da xuyakirin ku ew hêzên beşdarî di êrîşa li dijî Pêşmerge bûne, hêzên nêzîkî Îranê ne û ji aliyê wan ve tên piştevanîkirin.

Herweha Mccain hişyarî da Bexdayê, ku nabe çekên Amerîkî li dijî Kurdan bikar bîne.