Mogherini dilgiraniya xwe beramberî bûyerên Kerkûkê ragihand
Mogherini diyar kir, ku pêwîst e bi awayekî guncayî kar bi destûra Iraqê bê kirin
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini, di pêwendiyeke telefonî de li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, dilgiraniya xwe beramber wan aloziyan da xuyakirin, ku di encama operasyona hêzên Iraqî de çêbûn.
Mogherini diyar kir, ku pêwîst e bi awayekî guncayî kar bi destûra Iraqê bê kirin ji bo bidestxisitna aramiya demdirêj û yekîtiya welat û xwe dûrkirin ji bikaranîna hêzê, herweha daxwaz ji hemû aliyan kirk u li diyalogê vegerin.