Li Efrînê şer di navbera çekdarên opozisyonê û YPGê de qewimî

Hêzên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, êrîşî gundên Mer'inaz, Baflun û Fîlat Elqaçî yên ser bi Efrînê ve dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji duh êvarî ve hêzên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike êrîşî gundên Mer'inaz, Baflun û Fîlat Elqaçî yên ser bi bajarokê Şera yê ser bi Efrînê ve dikin.

Herweha medya nêzîkî YPG belav kiriye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) karîne êrîşa ser devera Efrînê têk bibin.

Ji aliyekî din ve, wan hêzên gundê Dêr Belot yê ser bi bajarokê Cendirêsê ve topbaran kirin û careke din YPG bersiva wan da.