Îro Perlemana Kurdistanê dicive
Di rûniştina îro, wê sikirtêrekî herdemî ji bo Perleman were hilbijartin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Perlemana Kurdistanê dicive, ji bo gotûbêjkirina çend mijaran, ku yek ji wan hilbjartina sikirtêrekî herdemî ye ji bo Perleman.
Li gorî bernameya kar ya rûniştina îro, wê sikirtêrekî herdemî ji bo Perleman were hilbijartin, herweha çend endamên nû wê sûnda yasayî bixwin û dest bi kar bikin.
Di xala sêyem ya bernameya kar de, wê xwendina yekem ji bo pirojeyasaya berdewambûna gera çarem ya hilbijartinan ya Perleman bê kirin.
..